EM ALÎKARÎ DIDIN HEMŪ QÎZAN Ū JINÊN, KŪ DI ZEHMETÎ Ū QRÎZÊ DENE Ū ÊN KŪ LI AGAHDARÎ, ALÎKARÎ Ū PARAZTIN DIXWAZIN!

Li cem saziyeke agahdarî, cîhekî (mal) ji bona paraztinê ū malkomekê em herweha agahdariya bi rêya internetê (Online-Beratung) amade dikin. Koma me heta niha alîkarî daye gelek qîz ū jinan ū li ser dertt ū pirsgirêkên mesela zewaca bi zor bisporin.

 

Illustration von 6 Frauen unterschiedlicher Nationalität

Di saziya agahdarîya me î bi rêya internetê ji bona paraztina ji ber zewaca bi zor jinên di navbera 35 ū 50 salî, ê kū ji nava kulturên cūde tên ū karin bi elmanî, tirkî ū kurdî biaxivin, dixebitin.

Ji ber kū em bi būroyeke tercūme bi êmin re dixebitin, e-mailên bi erebî ū bi zimanê arnawutî karin werne nivîsandin. Ev e-mail wê werne tercūmekirin.

Kesên kū xwe bispêrin me karin emin bin, kū em agahdariya wan nadin kesên din. Em bi awaîkî anonîm agahdardikin. Ji ber kū koma me ū tercūman sozdarên sirêne, ti kes jixeberdanên me nabihîze.

 

Emê di standina biryara te î bi serxwe ji tere alîkar bin

  • eger tū li ser planên xwe î peşerojê ne emin be
  • eger plana te î jîyanê ji ya dayik ū bavê te cūde be
  • eger tū bitirs be, kū dayik ū bavê te te beyî riza te bizewicenin
  • eger tū herweha li dijî riza xwe hatibe zewicandin

Alternatif ū çare hene! Merovên kū karibin ji tere alîkarbin, duruma te fehm dikin ū kultura te qebul dikin hene!

 

Tū hêvîdarî kū merovek hebe, kū

  • te ū tirsên te fehm bike ū ji tere alîkar be?
  • te ū daxwaz ū planên te î ji bona pêşerojê cidî bigre?
  • tū karibe bi awawîkî vekirî li ser hemū tişti xeber bide?
  • karibe ji tere di dîtina biryara herî baş de alîkar be?

 

Beratungssituation: Eine junge Frau am Schreibtisch, den Kopf auf den angewinkelten Arm gestützt, vorn im Bild die Beraterin, von hinten fotografiert

Bi cesaret be ū gava pêşi baveje! Em ji bona te amadene. Emê bi hevre carê kê bibînin – nexem duruma te çiqasî li gora te bêçar be. Heke tū bixaze, em karin cîhekî paraz ū nenas, î kū ji tehdît ū zext parztî be, ji tere bibînin.

Herweha ciwan ū zilamên ciwan jî hene, ê kū di bin tehdîdata zewaca bi zor dene. Eger tū xwe mina yekî ji vanan dibîne, tū ji kare xwe bispere me. Elbet emê ji bona dîtina saziyên bicîh bi tere alîkar bin.

NA JI BONA ZEWACA BI ZOR! EM ALÎKARIN!