Li ser Zewaca bi zor agahiyn gist

Zewaca bi zorê an jî zewaca organîzekirî?

Gava bûk an jî zava ji aliyê dê û bav an jî malbatê ve ji bo zewacê bên tehdîtkirin an jî li ser wan şidet bê bikaranîn, wî wextî zewaca bi zorê dibe mijara gotinê. Heke yek ji aliyan (bûk an zava) bi zewacê neqayîl be û bêyî raya wê/wî be an jî ji bo erêkirina zewacê xwe di bin zextê de his bike, ev dibe zewaca bi zorê..

Li aliyê din ve zewaca organîzekirî heye. Ev jî, ji aliyê dê û bav an jî nasan ve tê plankirin, lê bi qebûlî-erêkirina aliyan (jin û merê pêşerojê) tê çêkirin.

tl_files/zwangsheirat/images/klein/infos_fach_02.jpgSînorên zewaca bi zorê û zewaca organîzekirî guherbar in û nirxandinek ji derva de zehmet e û tenê bi analîzekirina elaqe û berjewendiyên hemû aliyan, mumkûn e. Ji kengî û pê de yek karê ji zewaca bi zorê biaxivê û çi wek zor tê fehmkirin, bi têgihîştina subjektîf a beşdaran ve girêdayî ye. Ya diyarker ev e, ku xort û keça ciwan xwedî şensekî rastîn bin, daku bêjin “na“. Di çêkirina zewacê de zora hatî bikaranîn û hatî dîtin rist/rolekî esasî pê re dileyîze (ango zor dihêle vî tiştî mecbûr çêbikin). Tiştê ku dê û bav wek zexta nerm (“ ya herî baş ji bo zarokê“) fêhm dikin, dibe ku ji aliyê keç an jî kur ve, di rewşeke derûnî a bistres de, wek zor an jî tehdîtê bê fahmkirin. Hin keçik hene qebûl dikin, ku dê û bavên wan ji wan re li mêrekî bigerin, lê gotina dawî a biryarê a wan e (a keçikê ye). Gelek caran zexteke wisa hişk tê bikaranînê, ku redkirin ji bo keçike encamen girîng bi xwe re tîne. Divê ew bitirsin, ku malbata xwe “winda“ bikin. Ji bo keçik zewacê erê bike, gelek caran bi rêya dê û bav û nasan, bi navgînên derûnî û zexta civakî, li ser navê namûsê heta bi tehdîta kuştinê û tehdîta di malê de hepiskirin û şideta derûnî, tê bikaranîn. Hin caran piştî zewaca çêbûyî jî zext dewam dike. Jin mecbûr in di mal de li hember xwestekên xwe û encamen pê ve giredayî (encamên zewaca bi zorê) bi sebir bin.

Bi hejmara zewaca bi zorê

Pispor hemfikir in, ku li Almanya û dewletên Ewrûpaya Navîn hejmara zewacên bi zorê, ji texmînên ku tên kirin gelekî zêdetir in. Lê heta niha tu hejmarên bibandor di derbarê zewaca zorê de tune ne. Tê texmîn kirin, ku hejmarên reş bilind in. Di çarçoveya lêkolînekê de, ku Wezarata ji bo malbat, Extiyar, Jin û Ciwanan di sala 2004´an de dabû çêkirin, 150 jinên bi eslê tirk di derbarê zewaca zorê de ev agahî dan:

  • - Nîvê jinên hatine pirsyarkirin dane zanîn, ku malbatê wan ji wan re li mêr geriyane
  • - Çaryekek ji van jinan gava hatine zewicandin kesekî fikre wan nepirsiye
  • - %17 ji jinan dane zanîn, ku zewac wek mecbûriyetê pêşwazî kirine

Pirsyariyên li Berlîn û Baden-Württemberg, ku li cem saziyên alîkariyê û yên dewletê hatine kirin, ev encam derxistine holê:

  • Li Berlin di sala 2002´an de behsa 230 têkiliyên, ku mijara wan zewaca zorê ye, tê kirin (Hejmar dibe ku duqat ji be)
  • Li Baden-Württemberg di navbera meha çile û a cotmeha 2005´an de 213 jin û du (2) mêran ji ber tehdîta zewaca zorê û a çêbûyî, serî li saziyen alîkarî û daîreyên şêwirdariyê dane, ku alîkariyê werbigrin (Hejmar dibe ku duqat jî be)
  • Kesên bi vê pirsgirêkê ve rû bi rû mane, ji ber sedemên cur bi cur kêm caran serî li daîreyên şêwirdariyê didin
  • Ji ber xwe di rewşeke neçar de dibînin, keç û jin pir curan di bin tehlûkaya xwekuştinê de ne
  • Saziyên qeyranê (wek malê keç û jinan) radighînin, ku her diçe keçik û jinên ciwan, yên xwe di bin zexta zewaca zorê de his dikin an jî bêyî dilê xwe hatin zewicandin, li alîkariyê û starê digerin

 

tl_files/zwangsheirat/images/klein/infos_fach_03.jpgNirxandinên me yên ji tecrübên salên dawî di derbarê zewaca zorê de derdixin holê, ku zêde î %50 jinên ciwan ê koçber, yên li cem mala keçikan a Bielefeld (Mädchenhaus Bielefeld e.V.) li şîret û bicihbûne geriyana, bi zewaca zorê hatine tehdîtkirin an jî bi zorê hatine zewicandin.

Xort an jî Mêrên Ciwan jî bi zorê hatine zewicandin?

Xort an jî mêrên ciwan jî dikarin rastî zewaca zorê bên. Bêhtir di malbatên tradîtsiyonî de ew bêyî daxwazan wan tên zewicandin, bo wan disîplînîze bikin û di nav çarçoveya çanda xwe de bihêlin. Bo wan encamê vî tiştî ewqasî ne dramtîk in wek yê keçikan, ji ber bo lawika bêhtir azadî li holê heye: Dikarin xwendina xwe a bo pîşe bidawî bikin û eş rastiyê de qada hereketkirine mezintir e. Ji encamên neqatîf ê zewaca zorê bêhtir jin nisîbê xwe digre. Rîzikoya, ku tune bên hesibandin, muamekeya ne baş bibînin û di warê cinsî e bên bikaranîn, bo wan bilind e.

Encamn Zewaca Zor

Zewaca zorê rewşa derûnî û tenduristiyê texrîb dike. Wek encamên zewaca zû û bi zorê gelek caran keçik neçar in dibistanê an jî xwendina pîşeyî di nivî de qut bikin û lewma jî bêpîşe dimînin û tên girêdan. Heke keçik an jî jinên ciwan, zewaca ji wan tê xwestin red bikin, wî wextî jî zextên malbata wan bixwe dikevin dewrê, ku li ser navê şerefê ji sixêfan heta tehdîta, ji lêdanê heta bi kuştinê diçin. Tê payîn, ku piştî dawetê, keçik an jî jina ciwan di gotina mêrê xwe û malbata wî de be û itîatî wan bike. Heke ew wek jina malê peywîrên xwe bicih neyne, ev yek di rewşên ekstrem de dikare rê li muameleyek nebaş a fizîkî û derûnî, wek lêdan, tehdît û tiştên wek wan, veke. Ji vê zêdetir dikare ji wê bê xwestin, ku di warê cinsî de di xizmeta mêr de be. Rîzîko ewqas mezin e, ku ew ji aliyê mêrê wê (ê ne bi dilê wê) ve di warê cinsî de bê bikaranîn û zext lê bê kirin. Ji bo keçik û jinên ciwan, tirsa dewamî a hember tecawûzê, encama herî xerab ya zewaca zorê ye.

Wek encamên zewaca bêdil nexweşînên derûnî yên wek depresyon, xwebirîndarkirin, xwekuştin û pîkosomatîka kronîk dikarin rû bidin.

Çima Keçik (Lawik) bêdil (bizorê) tên zewicandin?

Sedemên dê û bavên, ku zewaca bêdil pêktînin, piralî ne. Sedemek mumkûn ev e, ku zanibin keçik baş tê “guhdan“. Berjewendiyên madî yên dê û bav jî dikar e motîfek be, lewra belkî qelen/next bê dayîn. Jê zêdetir xwesteka gelek dê û bavên, ku keçik û lawikên wan li welatê rojava mezin bûne, bi reya zewaca bi kesekî/ke ji welatê wan re disîpînîze bikin û wegerînin nava sînorên çanda xwe. Heke keçik bo xwe planek jiyanê, ku li dij wêneyên kevnetorî be, pêş de bibe, wî wextî dibe ku dê û bav bixwazin wê bi rêya zewaca bêdil bînin ser “xeta rast“. Pê re têgînên zewacê, ku xwe dispêrin kevnetoren cur bi cur yên welat û malbatan, risteke girîng dilîzin; lewra zewaca bêdil bi giranî di nav sînorên malbatê de pêk tên (ev tê wateya zewaca keçap û kurapan, keçmet û kurmetan û hw.). Dê û bav xwedî hestê wisa ne, ku bandora xwe winda bikin û dixwazin bi reya zewaca lezgîn û neqandî keçikê bikin bin nîrê edet û kevnetorên xwe yên kevnar. Ev ji windabûna rûye xwe (şerefa malbatê) ditirsin, gava keçik bi xortekî re hevaltiyê çêbikê û keçkaniya xwe winda bike. Bi rêya zewacek lezgîn dê û bav ji aliyekî ve ji berpirsyariyê rizgar dikin û ji aliyê din ve jî têkiliyên desthilatdariya tradîtsiyonî tên şidandin.

tl_files/zwangsheirat/images/klein/infos_fach_01.jpgTevlî yên ku ev tişt bi serê wan de hatî, ku li Almanya dijîn û yên bo zewacek bêdil ji aliyê dê û bavên wan ve zext li wan tê kirin, sê awayên din yên zewaca zorê dikarin werin şopandin:

  • Keçik û jinên ciwan ji welatên wan tînin Almanya û tên zewicandin. Van keçikan(ku pir caran wek bûkên împort tên nîşandan) ji herêmên gundewarî û bi sozên jiyanek xweş û dahatûyek rind tînin Almanya. Li vir -li welatekî, ku ne kultura wî nas dike û ne zimanê wî baş dizane- ew xwe di nav malbata zavê de dîsa di nav hemû kar û barê hundirû de dibîne. Malbata wê a rastîn jê gelekî dûr e, ew bi taybetî di rewşeke gelekî zehîf de ye, ku şensê wê pir hindik e daku karibe xwe jê rizgar bike
  • Zewacên ku bi zextê malbatî li welatên wan tên çêkirin, dawetê wan wek „zewacê tatîlê“ tên nîşandan. Li vir keçikên, ku li Almanya mezin bûne û heval ji xwe re dîtine û ev yek ji aliyê dê û bav ve hatiye redkirin, mijara gotinê ne
  • „Zewacê rûniştinê(Aufenthaltsehen)“ bi armanca mêr/jina ku dizewicê destûra rûniştinê misoger bike, tên çêkirin

Sedemên li vir hatin danasîn şiroveyek kurt ji sedemên zewace zorê ne. Rewşa jiyana kesên, ku ev tişt bi serê wan de hatî, piralî û tevlîhev e û divê ev rewş di şêwirmendiyê de û gava alîkarî bi keçik û jinên ciwan re bê kirin, li ber çav bê girtin.

Zewaca zorê(bêdil) ne tiştekî olî ye

Di guftûgoyên alenî de hin meyl hene, ku zewaca zorê bi têkiliyên olî ve girêdidin. Sedema zewaca zorê di wateya rastîn de neolî ye, lê toreyên bav û kalan yên heta roja îro hatine, tradîtsiyon û erf û edet in. Zewaca zorê di tu olê mezin wek budîzm, xiristyanî, cihûtî, hiduîzm û îslamê de tune ye. Li aliyê din di van hemû olan de hin ayet û şîrove hene, ku dikarin şaş werin bikaranîn û bi vî awayî jî serdestiya mêr li ser jinê bê meşrûkirin. Ev şirove jî li ser hişmendiya berjewendiyên pederşahî tên kirin, daku mafê tayînkirina çarenûsa jinê bê bisînor kirin an jî bê înkar kirin.