ENCAMÊN ZEWACA BI ZOR

Belkî plan ū ramanên te ji bona peşeroja te hene, ê kū tū nikaribe di zewaca bi zorde bijî. Mesele dibistan ū meslek ji tere giringin. Çê dibe kū piştî zewaca te ji te werê xwestin kū dev her tiştî berdê. Encama vê ewe, kū îmkanê te ji bona karê kî, kū tū bê pere bi dest bixe, kêm dibin. Ji bêr vê tū zêde mecbūrî zilamê xwe ū malbata wî dibe.

 

Mädchen mit weißem Rock und sonst schwarzer Kleidung steht auf einem Feldweg, der Kopf des Mädchens ist nicht zu sehen

Belkî tū fikire, kū tū dūv zewaca xwe re tê malake xwe gire. Tū hêvî dike, kū tū qanūn ū qaîdên malbate xwe azad bibe. Belkî jî berî daweta/zewaca te pir soz ji tere dane. Lêbelê pir caran tū mecburî rêzik ū daxwaziyên nū bîne cîh. Heye kū li gorî daxwaziya zilamê xwe ū malbata wî mala xwe barke bajar an jî cîhekî din.

Bendewaiya wan ewe kū ji xebera wan dernekeve ū di bin emirên wan de be. Heye kū êdi tū nikaribe hevalên xwe bibîne ū tū nikaribe ji mal derkeve derve. Pewiste kū mezinkirin ū edebiyata zarokên te ji merovne din werê bikaranîn.

Dema kū tū zewicî, heye kū ji te tê werê xwestin, kū tū ji zilamê xwe re ji bona razandinê (seksuel) amade be. Gava tū nikaribe an jî nexwaze, ji ber kū tū jê hes nake, heye kū ew bixwaze vêna hanê bi zext ū zor bikar bine. Heye kū encamên vî tişti ji bona te pir giran bin. Herweha heye kū tū nikaribe tirsa her roj ya ji mecbūrbūna razandina bi wîre ū lêdanê hilgire.

Heye kū di encamde tū dilxemgin ū neçar be an jî destgiredayî hîs bike. Dayik, xūşk ū brayê te an jî merovê din, ê kū tū li wan eminî an jî bawerî anî, hew karin alîkariyê bidin te ū te biparêzin, ji ber kū naxwazin mūdahale î malbata an jî zewaca bikin. Ew dibejin, kū mafê zilamê teye, kū tişta li gorî ramên wî rast bin bikar bîne. Yanî zilamê te kare bêyi te tūm biryaran bide.

Pir qîz hin bi hin bêdeng, dilxemgin ū depresiv dibin. Pir caran nexweş dibin ū ser ū hinavên/ūrên wan diêşin. Hinek ji wan pir xwarin dixwin an jî qahr naxwin an jî xwe bi xwe birîndar dikin. Hinek qîz heqa dilxemgîn dibin, kū xekujî wek çara dawî dibînin.